Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê sedema daneketina firokeyeke Tirkiyeyê eşkere dike

Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê sedema vegerandina firokeyeke “Turkish Airlines” bo Tirkiyê eşkere kir û ragihand, piştî çareserkirina pirsgirêka sîstema GPSê ya firokeyê, ew firoke vegeriya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û bê pirsgirêk daket.
27.02.2024, Sal - 16:22
Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê sedema daneketina firokeyeke Tirkiyeyê eşkere dike
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro 27ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî belavbûna nûçeya hebûna kêşeyekê di sîstema GPSê ya firokexaneyê de, ku di dema daketina firokeyeke Turkish Airlinesê de pirsgirêk derket, ew firoke vegeriya Tirkiyeyê. Me pêwîst dît ku ji raya giştî re ravekirinan bidin.”

Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, “Ji bo daketina her firokekê, sê rêyên cuda, hevaheng û bikêrhatî hene, ew jî (sîstema ILS, sîstema GPS û Visual) ku berdewtbûna her yek ji wan rêyan, girêdayî daxwaza hêla asmanî û daxwaza kaptanê firokeyê ye.”

Diyar kir jî, “Li gorî rêgez û mekanîzmayên geştên hêla asmanî Tirk (Turkish Airlines) pêwîst e her du sîstemên ILS û GPS di dema daketinê de hebin. ji ber vê yekê îro dema ku firokeya Turkish Airlines hat, her du sîstem jî hebûn, lê di sînyala sîstema GPSê ya firokeyê de pirsgirêk derket, ji ber wê jî ew firoke vegeriya Tirkiyê.”

Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê tekez kir jî, “Piştî çend demjimêran pirsgirêka GPSê ya firokeyê hat çareserkirin û ew firoke vegeriya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û bê pirsgirêk daket.”

Rêveberiya Giştî ya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir, îro hemû geştên asmanî yên firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê di atmosfereke asayî, kontrolkirî û aram de pêk hatin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:30