Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir. Qaymeqamê qezayê dibêje, ji ber bombebaranê şewat derketiye, lê ti ziyanên giyanî tune ye.
09.09.2023, Cts - 09:44
Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Firokeyeke bêfirokevan sînorê qezaya Mawet bombebaran kir. Qaymeqamê qezayê dibêje, ji ber bombebaranê şewat derketiye, lê ti ziyanên giyanî tune ye.

Îro Şemiyê 7ê Îlona 2023an, Qaymeqamê Qezaya Mawet Kameran Hesen j ragihand: “Vê sibê bi rêya firokeyeke bêfirokevan, gundê Basawê yê li sînorê qezaya Mawet hat bombebarankirin.”

Kameran Hesen eşkere kir ku "bombebaran nêzîkî demjimêr 09:10 xuleka sibeha îro hatiye kirin, ji ber wê şewat derketiye û di hewla kontrolkirina şewatê de ne".

Derbarê ziyanên bombebaranê de Kameran Hesen dibêje: “Ti welatiyekî sînorê qezaya Mawet ji ber bombebaranê ziyan nedîtiye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 864 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:25