Firokeyên şer ên Tirkiyê gundên Silêmaniyê bombebaran dikin

Qaymeqamê navçeya Mawet ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Gelale yê li sînorê navçeya Mawet a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.
26.09.2022, Pts - 14:53
Firokeyên şer ên Tirkiyê gundên Silêmaniyê bombebaran dikin
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê Mawet Karwan Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand, niha ew cihên ku dikevin sînorê gundê Gelale, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve bi tundî têne bombebarankirin.

Karwan Hesen eşkere kir, cihê ku dikeve sînorê gundê Gelale, du caran hat bombebarankirin.

Herwiha diyar kir, Baskê Qelê, Geliyê Kilawe û Geliyê Kiwêre yên li sînorê gundê Gelale, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatin armanckirin.

Qaymeqamê Mawet eşkere kir, li cihên ku hatine bombebarankirin, zirar û ziyan hîn nayên zanîn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 427 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:30