Firokeyên Tirkiyê otomobîlek li sînorê qezaya Amêdiyê kirin armanc û Rêveberê Bajarokê Bamernê jî ji Rûdawê re piştrast kir, ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, îro firokeyên Tirkiyê otomobîlek li gundê Erdena li qezaya Amêdiyê bombebaran kirin.
Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, li gor zanyariyên destpêkê di encama bombebarana Tirkiyê de kuştî û birîndar hene.
Rêveberê Bajarokê Bamernê, Hemîd Zubêr ji Rûdawê re got: “Sê kes di nava wê otomobîlê de bûne ku hatiye bombebarankirin.”
Hemîd Zubêr diyar kir, “di êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.”
Rêveberê Bajarokê Bamernê herwiha destnîşan kir, nasnameya wan kesên di otomobîlê de bûne nehatiye zanîn û tekez kir, derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.
Şeva bihorî 13ê Tebaxê jî balafireke Tirkiyê otomobîlek li gundê Reşankê li nêzîkî geliyê Zawîte li sînorê parêzgeha Duhokê kiribû armanc, ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û yek jî birîndar bûbû.
Roja 11ê vê mehê (Tebax) jî li devera Sîdekanê firokeyên Tirkiyê otomobîlek kiribûn armanc û di encamê de 2 fermandarên Kurd ên hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê di û fermandarekî mezin ê PKKê canê xwe ji dest dabûn.