Foruma MERIyê: Nêçîrvan Barzanî li ser PKK, Tirkiye û Îranê peyamên girîng dan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Tirkiye û Îran cîranên Herêma Kurdistanê ne û got: “Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike.”
10.10.2023, Sal - 17:08
Foruma MERIyê: Nêçîrvan Barzanî li ser PKK, Tirkiye û Îranê peyamên girîng dan
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî herwiha got ku divê pirsgirêka PKK û Tirkiyeyê bi rêya diyalogê çareser bibe, ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe.

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê dibin.

Di panela îro ya dawiyê ya bi moderatoriya rojnamevan Hîwa Osman de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû mêvan.

Nêçîrvan Barzanî di panelê de behsa pêwendiyên PDK û YNKyê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina ewlehiyê ya navbera Îran û Îraqê, pêvajoya yekgirtina Pêşmerge, nakokiyên navbera Tirkiye û PKKyê, pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û gelek mijarên kir.

Peywendiyên PDK û YNKyê

Nêçîrîvan Barzanî bi bîr xist ku di dema borî de bi saya hewlên Celal Talebanî û Serok Mesûd Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê û Îraqê gelek destkeft hatin bidestxistin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwendiyên Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gelekî girîng in û got:

“Divê em hemû bixebitin ku ev pêwendî baş bibin. Pêwîst e YNK û PDK rêkeftineke nû îmze bikin. Em di vê baweriyê de ne ku piştî vê kongreyê, rewşa YNKyê baştir e, her du alî dizanin ku pêwîst e bi hev re kar bikin.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî pirsgirêken her du partiyan ne ewqasî mezin in ku neyên çareserkirin.

Pirsgirêkên bi Bexdayê re

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de pirsgirêkeke bingehîn heye ku berî her tiştî divê bê ew çareserkirin û got:

“Li gorî Destûra Îraqê sîstema me ya federal heye. Îraq sîstemeke federal e lê di bingehê wê de navendîparêzîyeke pir xurt heye. Li Îraqê heta îro federalîzm nehatiye avakirin û bicihanîn.

Dibe ku hinek karên ku em li Herêma Kurdistanê dikin ne li gorî sîstema federalî be lê nêzîkbûna Bexdayê li hemberî Herêma Kurdistanê li derveyî sîstema federalîzmê ye.”

Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêrê û Baxdaytê de Nêçîrvan Barzanî got:

“Em dixwazin li Îraqê çareseriya siyasî hebe, me bi hev re DAIŞ têk bir. Me tevan şehîd dan, xwîna me tevlîhev bûye.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkeke cewhwerî heye, beriya her tiştî divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Cihê çareserkirina pirsgirêkên me Bexda ye, ne cihekî din.

Di mijara mûçeyê de jî Nêçîrvan Barzanî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek şefaf bûye û divê mijara mûçeyê bi başî were çareserkirin.

Her derbarê vê mijarê Nêçîrvan Barzanî got: “Divê Îraq mafên gelê Herêma Kurdistanê biparêze û nabe ku mûçe bibin mijare nîqaşan.”

Tê nûkirin…

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:44:39