Fraksiyonên Kurdistanê rûniştina parlamentoya Iraqê dane paş!

Ji ber boykota pêkhateyên kurd û sunne, rûniştina parlamentoya Iraqê hate paşxistin û parlamenterekê jî got: ‘’Em vê budceyê razî nînin.’’
03.01.2018, Çar - 14:13
Fraksiyonên Kurdistanê rûniştina parlamentoya Iraqê dane paş!
Nuçe Belav bike

Biryar bû îro 03.01.2018ê li parlamentoya Iraqê xwandina yekem bo proje yasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2018ê hatiba kirin.

Parlamenterê hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê Erdelan Nuredîn ji BasNewsê re ragehand, ji ber boykota fraksiyonên kurd û pêkhateya erebên sunne ‘’pejirandina proje yasayê bo demeke din hate paşxistin.’’

Erdela Nuredîn ragehand, di vê proje yasayê de hejmara rûniştvanên Kurdistanê nehatiye berçav kirin û di proje yasayê de gelek kêmasî hebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:23