Fransa ji bo çaksaziya Wezareta Pêşmerge şêwirmendên xwe dişîne Kurdistanê

Balyozxaneya Fransa li Bexdayê dibêje, Fransa ji bo piştgiriya çend projeyên çaksaziyê yên Wezareta Pêşmerge, dê şêwirmendên xwe bişîne Kurdistanê.
19.08.2024, Pts - 11:01
Fransa ji bo çaksaziya Wezareta Pêşmerge şêwirmendên xwe dişîne Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de belav kir, “Rêvebirê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge Lîwayê Endezyar Nebez Selah Sidîq li Hewlêrê ligel Rêveberê Karûbarên Leşkerî û Sivîl ên Balyozxaneya Fransa li Bexdayê General Oliver Selo û Serokê Tîma Fransayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistanê Kolonel John Mark civiya.”

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di hevdîtinê de Rêveberê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge kurteyek derbarê hewlên Wezareta Pêşmerge bo yekgirtin û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge di çarçoveya çend projeyan de pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve, General Oliver Selo amadebûna Fransa ji bo piştevaniya proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge nîşan da. Herwiha tekezî li ser giringiya tevlîbûna welatî nava koma pirneteweyî ya şêwirmendiya leşkerî ya hevpeymanan kir.

Herwiha got jî: Di paşerojê de, Fransa dê wek welatên din ên hevpeyman, dê şêwirmendên xwe bo piştevanîkirina çend projeyên bernameya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge bişîne

Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:03:33