Fuad Hisên: Dana çekê giran bi Pêşmergeyan çi arêşe nîne

Fuad Hisên: Sedema paşkeftina mûçeyan peywendî bi wê bîrokrasiyê ve heye ya ku li Bexdayê heye
25.09.2024, Çar - 10:26
Fuad Hisên: Dana çekê giran bi Pêşmergeyan çi arêşe nîne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Îraqê dibêje, “Dana çekê giran bi Pêşmergeyan bi razemendiya Hikûmeta Îraqê bû û çi arêşe nînin, herwesa Wezareta Bergiriyê ya Îraqê jî ronkirin parve kir ku çi arêşe nînin.”

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên li New Yorkê di derheqa lihevkirina Amerîka û Îraqê de ji ajansa K24ê re got, “Civîna hevpar a Hikûmeta Federalî û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser lihevkirina ewlehiyê berdewam e û li ser çend xalan maye ku bigehin lihevkirinê. Eger em gehiştin lihevkirinê, heftiya bê beyannameya lihevkirinê tê parvekirin, lê niha her du aliyên Amerîka û Îraqê li ser çend xalan gengeşeyan dikin.”

Fuad Hisên li ser pirsa darayî ya navbera Îraq û Herêma Kurdistanê got, “Di serdana şanda darayî ya Îraqê ji bo Hewlêrê û tevlîbûna wê di konferansa Civata Wezarî ya Aborî li Hewlêrê de, pirsa mûçe û budceyê çare bû. Sedema paşkeftina mûçeyan peywendî bi wê bîrokrasiyê ve heye ya ku li Bexdayê heye.”

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:14:06