Fuad Husên: Ti metirsî li ser bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê nîne

Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ragihand, biryar e di heyama du rojên bê de, şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li ser cîbicîkirina yasaya bûdceyê ligel berpirsên Iraqê bicive.
12.08.2023, Cts - 18:29
Fuad Husên: Ti metirsî li ser bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê nîne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên ragihand, biryar e di heyama du rojên bê de, şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li ser cîbicîkirina yasaya bûdceyê ligel berpirsên Iraqê bicive.

Got jî: “Her du şand dê li ser pirsa dahata petrolê gotûbêj bikin, da ku di demek nêzîk de karên teknîkî bi dawî bibin û pişka Herêma Kurdistanê bê şandin.

Faud Husên got jî: “Ti metirsî li ser bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê nîne. Ev mijar bi yasayê hatiye birêkxistin ku yasaya bûdceyê ye.”

Endamê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Piştîwan Sadiq roja 8ê vê mehê ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê di wê baweriyê de ne ku rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi temamî nehatiye cîbicîkirin. Bi berdewamî mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê tê binpêkirin.

Piştîwan Sadiq got jî: “Em hest dikin ku Iraq ber bi navendbûnê ve diçe, ku ev yek jî zirarê dide hemû Iraqîyan û proseya demokratîk.

Lê wî endamê şanda PDKê bo Bexdayê da zanîn jî: “soz ji me re hatine dayîn ku her meh mafên darayî ji Herêma Kurdistanê re bên şandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 532 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:35:48