Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Kompanyayên Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer aşkere kir ku sedema wê ew e ku Tirkiye rê nade firokeyên ku ji Almanî diçin Silêmaniyê li asmanê Tirkiyê bifirin.
Eta Enwer got jî, 2 hêlên asmanî ji Almanya bo Silêmaniyê hene, yek ji wan Condor e ku ji Dusseldorfê tê, ew jî hatiye rawestandin.
Her wiha da zanîn, hêla ya din jî Iraq Airways e ji Frankfurtê tê. Niha ku Condor rawestiyaye, ew pêşbînî dikin ku ew jî raweste.
Tevî ku Kurdistan24 hewl da ku agahî û daxuyaniyan ji berpirsên Firokexaneya Silêmaniyê werbigire, lê heta niha ti bersivê nehatiye dayîn.