Girê Sipî: Tirkiyeyê 10 girtî birin zîndaneke Rihayê

Hêzên Tirkiyeyê 10 girtî ji zindana "Dijeterorê" ya bajarê Girê Sipiyê yê Rojavayê Kurdistanê birin girtîheke parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê.
29.12.2023, Cum - 12:59
Girê Sipî: Tirkiyeyê 10 girtî birin zîndaneke Rihayê
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên herêmî, 27ê Kanûna Pêşîn hêzên Tirkiyeyê bi piştevaniya grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê 10 girtiyên ku di nav wan de 3 jin hene ji zindana "Dijeterorê" ya Girê Sipiyê birine Rihayê.

Li gorî polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve, ew her 10 girtî 10ê Tebaxê dema wan xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin li gundê el-Munbetihê yê Girê Spiyê hatine.

Li gorî polîsên serbazî, di meha Kanûna Pêşîn de ev cara şeşem e ku hêzên Tirkiyeyê girtiyan ji zindanên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dibin girtîgehên Tirkiyeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:29