Goran: Sedema êrîşa Heşda Şeibî ne referandûm e...

Endamê Civata Nîştîmanî yê Tevgera Goran û Berpirsê Jûrên Navçeyên Nakok ê Tevgera Goran Ehmed Ezîd ji Rûdawê re ragihand: “Ti peywendiya êrîşa Heşda Şeibî ya ser Kerkûkê bi referandûmê re nîne. Eger referandûm nehatiba kirin jî dê wan êrîşê Kerkûkê bikira û ev şer çêbiba.”
16.10.2017, Pts - 09:18
Goran: Sedema êrîşa Heşda Şeibî ne referandûm e...
Nuçe Belav bike

Berpirsê Jûrên Navçeyên Nakok ê Tevgera Goran Ehmed Ezîd dibêje, eger referandûma serxwbûna Başûrê Kurdistanê nehatiba kirin jî plana Iraqê hebû êrîşê Kerkûkê bikin.

Ehmed Ezîz derbarê vekişandina beşek ji hêzên pêşmerge jî diyar kir: “Mixabin li Kerkûkê hêzên pêşmerge ne yekdeng in. Ev jî sedema lawazî ye. Pêşmerge li hinek cihan şer nekiriye. Herwiha şer jî ne hevseng e.”

Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêzên xwe anîbûne başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wî didan.

Demjimêr 11.30ê şeva derbasbûyî 15-10-2017, hêzên Heşda Şeibî ji eniyên Daquq, Taze û Xurmato êrîşê ser çeperên pêşmerge kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çekên amerîkî êrîşê pêşmerge dikin.

Hêzên Iraqê raste rast bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi vê êrîşê kirine û dixwazin pêşmerge bajarê Kerkûkê radestê wan bikin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:24:00