Hacî Omeran- Hêzên ewlehiyê dest danîn ser otobuseke Îranê

Navenda Ragihandinê ya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê îro roja çarşemê 16.11.2022an di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê li deriyê sînorî yê navdewletî yê Hacî Omeran dest danîne ser otobuseke Îranê.
17.11.2022, Per - 05:22
Hacî Omeran- Hêzên ewlehiyê dest danîn ser otobuseke Îranê
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê îro roja çarşemê 16.11.2022an di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê li deriyê sînorî yê navdewletî yê Hacî Omeran dest danîne ser otobuseke Îranê ku bi 2 ton û 306 kîlogram barê otomobîlê barkirî bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêveberiya ewlekarî ya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran dest daniye ser otobuseke Îranî ya ku 2 ton û 306 kîlo kelûpelê otomobîlan hilgirtiye. Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku şofêrê otomobîlê ew kelûpel bi dizî veşartiye û dixwaze bi qaçaxî derbasî Îranê bike.

Piştî desteserkirina kelûpelan lêpirsîn derbarê şofêrê otobûsê de hat vekirin û ji bo karên qanûnî û gumrikê ji rayedarên pêwendîdar re hatin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:43:28