HAK-PARê li Hewlêrê serdana ENKSê kir

Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê, li Herêma Kurdistanê serdanên partî û rêxistinên Kurd berdewam dike.
22.01.2024, Pts - 13:11
HAK-PARê li Hewlêrê serdana ENKSê kir
Nuçe Belav bike

Şanda HAK-PARê ku ji Serokê Giştî Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û Cîgirê Serokê Giştî û nûnerê nû yê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr pêkhatiye îro di 22ê Rêbendanê de, li Hewlêrê serdana ENKSê kir.

Di hevdîtinê de Serokê Gistî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan balê kişand ku li Cîhanê 2 xet hene, xeta Rojavayî û Rojhilatî, li Rojhilata navîn 2 xet hene; xeta Şia û xeta Sûnî, di siyaseta Kurdan de jî 2 xet hene; Xeta ku mafên Kurdan dixwaze û diparêze û xeta din jî li dijî daxwaz û destkeftîyên Kurdan tevdigere.

Kaplan da zanîn ku xurtkirina pêwendiyên xeta netewî gîring e û divê van pêwendiyan zêdetir bibin bên bipêşxistin.

Di Hevdîtinê de, nûnerê ENKSê yê Hewlêrê Salîh Cemîl jî behsa ezmuna ENKSê kir û dilxweşiya xwe ji serdanê anî ziman.

Herdû aliyan li ser rewşa dawîn a bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê hevdû agahdar kirin. Disa tekez kirin ku berdewam di nav pêwendiyên baş de berdewam dimînin.

Buroya Çapemenî HAK-PAR

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 820 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:42:07