HAK-PARê serdana Parêzgerê Hewlêrê Omed Xoşnav kir
Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê serdana Parêzgerê Hewlêrê Omed Xoşnav kir.
25.01.2024, Per - 08:20
Di serdanê de Serokê Gistî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, ji ber êrîşa li Hewlêrê sersaxî da Omed Xoşnav û balê kişand ku ew êrîş li dijî hemû destkeftîyên Kurdan hatiye kirin û Kaplan da zanîn ku divê Kurd weka ronahiya çavên xwe li destkeftîyên herêma Kurdistanê xwedî derkevin.
Duzgun Kaplan ragihandin ku ew jî wek HAK-PAR, bi hemû derfetên xwe li van destkeftîyan xwedî derdikevin.
Parêzgerê Hewlêrê Omed Xoşnav jî li dijî êrîşên ku li Herêma Kurdistanê tên kirin piştgiriya hemû aliyan girîng e û destxweşî li şanda HAK-PARê kir.
Bûroya Çapemenî HAK-PAR
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:43:57