Hejmara lîsteya PDKê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin

HGejmara lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, 190 dibe.
10.08.2024, Cts - 16:31
Hejmara lîsteya PDKê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin
Nuçe Belav bike

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Hewlêrê îro 10ê Tebaxê, tîrûpişk ji bo danasîna hejmarên hevpeymanî, partî û namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê avêt. Li gorî tîrûpişkê, hejmara lîsteya PDKê, dibe 190.

Hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dê 20-10-2024’an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê were lidarxistin.

Li gor yasayên Komîsyonê, her lîsteyek ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe, li her parêzgehekê dikare du qatan ji kursiyên xwe zêdetir namzedan pêşkêş bike, ji bo vê hilbijartinê jî, 190 namzedên PDKê hene.

Dabeşkirina namzedên PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê:

1. Hewlêr: 64 namzed

2. Dihok: 48 namzed

3. Silêmanî: 72 namzed

4. Helebçe: 6 namzed

Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 32 kursî

2. Silêmanî: 36 kursî

3. Duhok: 24 kursî

4. Helebçe: 3 kursî

(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kursiyên kotayê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 2 kursî

2. Silêmanî: 2 kursî

3. Duhok: 1 kursî

4. Helebçe: nîne

(Bi tevahî: 5 kursî)

 

Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:27