Hejmarek mezin ji kulehan karê Cotyaran asteng dikin

ejamrek mezin ji kulehan di vê dema dawiyê de ku, ji navçeyên pişt Çiyayê Sorîn li Şarezorê başurê bajarê Silêmaniyê dihatin û giheştine nahiya Nalbarîz li navçeya Pêncewîn karê cotyaran asteng dikin, Komîteya çandiniyê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê de serdana deverê kirin.
09.04.2017, Paz - 07:47
Hejmarek mezin ji kulehan karê Cotyaran asteng dikin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Komîteya Çandiniyê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Xerîb Mistefa Pêncewînî ji BasNewsê re ragehand ku, çotiyar li wê deverê rastî gelek pirsgirêkan dibin, niha jî pirsgirêka hejmarek mezin ji kuleh weke pelên daran li navçeyê belav bûne heye.

Xerîb Mistefa Pêncewînî da zanîn ku, berî salekî ev navçe rastî êrêşa kulehan hatibû lê hejmara wan îsal zêdetirin bûne û eger ev pirsgirêk çareser nebe dê erdê hişt û kesik wêran bike.

Herwiha tekez kir ku, wan derbarê vê babetê pêwendî bi Wezîrê Çandiniyê di hikumeta Herêma Kurdistanê re kirin, daku, vê pirsgirêkê çareser bike tevî ku, ew dizanin ti alavên tûnekirina wan kulehan li ber destên wan tûne ne.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:04