Helgurd Şêx Necîb: Şerê PKKê devera me veguherandiye navendeke leşkerî

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ragihand, şerê PKK û Tirkiyeyê bandoreke xirab li ser jiyana welatiyên deverê kiriye.
16.07.2024, Sal - 15:31
Helgurd Şêx Necîb: Şerê PKKê devera me veguherandiye navendeke leşkerî
Nuçe Belav bike

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro ji ajansa K24ê re got: “Şerê PKK û Tirkiyeyê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyên deverê kiriye. Ji ber valabûna çend gundan jî, di warê îdarî de gelek pirsgirêkên me derketine.”

Herwiha got: “Heya niha şerê PKK û Tirkiyeyê li sînorên Herêma Kurdistanê, ti bandoreke erênî û pêşçûn ji bo siyaseta PKKê li Bakurê Kurdistanê nekiriye.”

Tekez kir jî: “Qurbaniyên sereke yên şerê her du aliyan, xelkê deverê ne. Herwiha kêşe û aloziyên wan her du aliyan bûne barek li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di van salên dawî de jî hewlên mezin hatine dayîn ku ev kêşe ji deverên me bên dûrxistin.”

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê got: “PKKê, hêzên Tirkiyeyê kişandine sînorê Herêma Kurdistanê. Eger hêzên leşkerî li navçeyekê bi cîh bibin, ew navçe dibe navçeyeke leşkerî, lewma tevgera welatîyan dikeve metirsîyê.”

Helgurd Şêx Necîb tekez kir, ew deverên ku hêzên PKKê lê ne, hêzên Tirkiyeyê hewl didin kontrol bikin, ku bi hatina wan jî dê bibe navçeyeke leşkerî. Deverên Biradost û Balekayetî ku deverên geştyarî, bazirganî û çandiniyê jî ne, ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê, ziyaneke mezin gihiştiye wan.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:55:26