Hêmin Hewramî: Alî heta naha derbarê dem û awayê helbijartinê de negeheştine rêkeftinê

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ragehand, heta naha derbarê encamdana helbijartinê de alî negeheştine rêkeftinê û got: Divê Komîsyona Helbijartinan bê çalak kirin.
02.07.2022, Cts - 12:50
Hêmin Hewramî: Alî heta naha derbarê dem û awayê helbijartinê de negeheştine rêkeftinê
Nuçe Belav bike

Îro 02.07.2022yê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Derbarê bazineyên helbijartinê, tomara biometrîk, kursiyên pêkhateyan de gotûbêj hene û rêkeftin nehatiye kirin ku em bibêjin dê roja 01.10.2022yê helbijartin dê pêkbê.’’

Herwaha derbarê kursiyên pêkhateyên Herêma Kurdistanê de jî got: Pêkhate divê bixwe biryar bidin ku çi dixwazin?

Hewramî ragehand: ‘’Eger heta îro jî aliyên siyasî bigehin rêkeftinê ku helbijartin bê kirin, wê demê ji aliyê teknîkî ve em nikarin bibêjin dikare roja 1ê cotmehê dê helbijartin bê kirin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê komîsyon bê çalak kirin, piştre komîsyon ji me re bibêje a kîjan demê dikare helbijartin bê kirin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 500 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:17