Herêma Kurdistanê îro li ser biryara Iraqê li hev kom dibe

Hat ragihandin ku Desteya Serokayetî ya Parlamento û Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro li gel endamên kurd yên li Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Serokayetita Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2018an kom dibe.
06.03.2018, Sal - 10:43
Herêma Kurdistanê îro li ser biryara Iraqê li hev kom dibe
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya K24ê Serokê Lîjneya Çavkaniyên Sirûştî yê li Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cewdet derbarê mijarê de got, "Di vê civînê de dê mijara para Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de were guftûgokirin. Herwisa giliyan digihînin Desteya Serokayetî ya Herêma Kurdistanê, ku heta niha ti beyanameyeke dirust derbarê darayî, neft û gaza Herêma Kurdistanê de ji bo Parlamentoya Kurdistanê nehatiye şandin."

Herwisa hat diyarkirin ku Tevgera Goranê dê beşdarî wê civîna îro nebe û gotiye, heta niha derbarê dahat û deynê hikûmeta Kurdistanê de bi dehan caran me pirs kiriye lê bersiva ti pirsên me nehat dayîn û em bawer nakin ji vê civînê jî encamek were girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:22