Herêma Kurdistanê metirsiya kêmbûna avê: Havîneke zehmet di rê de ye

Demsala barîna baranê bidawî nebûye lê li Herêma Kurdistanê hişkesalî û kêmbûna avê bi taybet li navçeya Germiyanê bûye pirsgirêk; li vê derê tenê 125 milîmetre baran bariya ye û ev jî nîvê 250 milîmetre ye ku bo derbaskirina hişkesaliyê ya pêwîste.
08.04.2022, Cum - 13:04
Herêma Kurdistanê metirsiya kêmbûna avê: Havîneke zehmet di rê de ye
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên fermî li Bendava Dûkanê li gor heman dema niha a sala borî asta avê zêdeyî 3 metreyan kêmbûye. Asta ava Bendava Duhokê jî li gor sala borî zêdeyî 7 metre kêmbûye lê asta ava Bendava Derbendîxanê zêdeyî metreyekî zêdetir bûye.

Rêveberê Bendava Dûkanê, Koçer Cemal di axaftina xwe de ragihand û got, Asta ava me ji deryayê 494 metre û eger em berawird bikin ligel sala par, di heman demê de 497 metre bû, wate 3 metreyan daketiye. Ew jî bi sedema kêmbûna barîna baranê ku li gor pîvanên me îsal salekî hişik bû.

Li Dûkanê, bi giştî derdora 600 mm di salekê de baran dibare, lê îsal bi gotina Koçer Cemal nêzî 300 mm baran bariye û rêjeya barîna baranê bo nîvê daketiye.

Li Herêma Kurdistanê 20 bendavên mezin û biçûk hene û yên herî mezin bendavên Derbendîxan, Dûkan û Duhokê ne.

Rêveberê Giştî yê Bendav û Enbarên avê yê Herêma Kurdistanê Rehman Xanî bo Rûdawê got, Bendava Dûkan bi rêjeya ji sedî 41, Bendava Derbendîxan bi rêjeya ji sedî 50 û Bendava Duhokê jî bi rêjeya ji sedî 40 tijî ave û dibêje, “havîneke zehmet li pêşiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.”

Rêveberê Giştî yê Bendav û Enbarên avê yê Herêma Kurdistanê amaje jî dibêje, bendavên Tirkiyê ji sedî 88 tijî ne lê bendavên Iraqê tenê bi rêjeya ji sedî 40 tijî av in.

Ji xeynî kêm barîna baranê, birêveberîna ne tendirûst û zêdebûna nîştecîhan, gûherîna keşûhewayê, girtina avê ji aliyê Tirkiyê ve û Iranê gefe bo Herêma Kurdistanê û Iraqê jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:04:09