Herêma Kurdistanê bo penaberan banga alîkariyê kir

Navenda Birêveberiya Krîza Hevkar a Herêma Kurdistanê bangî dezgehên mirovahiyê yên navnetewî kir da ku alîkariyek bidin penaberên li Herêma Kurdistanê.
22.05.2017, Pts - 06:35
Herêma Kurdistanê bo penaberan banga alîkariyê kir
Nuçe Belav bike

Hoşeng Muhammed Midûrê Giştî yê Navenda Birêveberiya Krîza Hevkar a Herêma Kurdistanê amaje bi kampên li Herêma Kurdistanê kir û da zanîn di van kampan de herî zêde kêşeyên av, ceyran û hênikahiyê hene. Hoşeng Muhammed got:"Wezareta Penaberan a Iraqê her çend bo alîkariyê soz dabe jî, lê ji ber nebûna av û ceyranê klîmayên ku bên jî tû fêde nakin."

Hoşeng Muhamed da zanîn herî zêde pêwistî bi klîmayên hênikrinê, av û ceyranê hene wî got:"Ne tenê li dora Musilê, lê belê li seranserê Herêma Kurdistanê heman arîşe hene. Ji 49 kampên me, di 47an de penaber û koçber dimînin. Di tevan de arîşeya av û ceyranê hene. Ji ber vê yekê em ji dezgehên navnetewî daxwaz dikin ku baldarê vê herêmê bin."

Ji destpêka operasyona Musilê heya niha 760 hezaran zêdetir sivîl cih û warên xwe terikandine. Ji vana 188 hezar li Herêma Kurdistanê bicih bûne. Li Seranserê Herêma Kurdistanê jî, milyonek û 800 hezar koçber hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:55:28