Herêma Kurdistan û Îran gotûbêjên vekirina sinoran dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongireyekî rojnamevanî ragihand ku ji bo vekirina sînoran Herêma Kurdistan û Îran dinav gotûbêjan de ne.
06.12.2017, Çar - 07:27
Herêma Kurdistan û Îran gotûbêjên vekirina sinoran dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongireyekî rojnamevanî de, behsa naveroka serdana xwe ji bo Firensa kir û diyar kir, ku welatê Firensa di hemû qonax û rewşên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di wî kongirî de ragihand, ji bo vekirina deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistan û Îran dest bi gotûbêjan kirine û di dema derbasbûyî de, bi sedema girtina deryên sînorî ziyanên madî li herdu aliyan bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:16