Herêma Kurdistan seferên hewayî bi fermî rawestand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber qedexeya ku Iraqê daniye ser firokexaneyên Kurdistanê, tevahiya seferên fermî yên hikûmetê tên sekinandin.
23.10.2017, Pts - 12:58
Herêma Kurdistan seferên hewayî bi fermî rawestand
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Kurdistanê bi fermî daxwaz ji hemû wezareta û dezgehên fermî yên Kurdistanê kir, seferên fermî û serdana şandan bidin sekinandin.

Li gorî daxuyaniyê, ev ferman ji ber qedexeya ku Iraqê ji ber referandomê daniye ser firokexaneyên Kurdistanê, hatiye dayîn.

Piştî referandoma 25 Îlona îsal, hikûmeta Iraqê qedexe danî ser tevahiya firokexaneyên Kurdistanê. Ji ber wê jî her kesê ku bixwaze seferê bike yan diçe Bexdayê yan jî diçe Tirkiyê ji wir jî bi firokeyê sefer dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:46