Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe!

Heşda Şeibî beşeke hêzên xwe ji bajarokên Zummar û Rebîe vekişand. Sererkanê Pêşmerge jî dibêje, haya wan ji vê yekê heye.
19.11.2017, Paz - 08:55
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe!
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji bajarokê Zummarê ji Rûdawê re ragihand, beşek ji hêzên Heşda Şeibî ji bajarokên Zummar û Rebîeyê vekişiyane û niha hejmareke kêm a vê hêzê li wan deran maye.

Çavkaniyê, ku nexwes navê xwe eşkere bike, derbarê hejmara vê hêzê jî de got: “Li Rebîeyê bi 100 otomobîl û li Zûmmarê jî bi 200 otomobîlan çekdar hatine vekişandin.”

Li gorî gotina heman çavkaniyê, çekdarên Heşda Şeibî gotine, ku erkê wan li vir bidawî bûye û dê pêşmerge werin cihê wan.

Derbarê mijarê de Sererkanê Pêşmerge Cemal Êmînkî ji Rûdawê re ragihand, haya wan ji vekişandina hêzên Heşda Şeibî heye lê hê jî sedema vê yekê nizanin.

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge ya ji bo van navçeyan jî Êmînkî diyar kir, ku heta niha ji bo vegera pêşmerge ya van navçeyan ti rêkeftinek nehatiye kirin.

Roja 17ê Mijdarê çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bêyî şer hatine Şingal, Rebîe û Zummarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1737 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:17