Heval Ebûbekir: Kabîneya Nehem kabîneya herî şefaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kabîneya herî şefaf e û li gor kabîneyên borî yên hikûmetê, baştir kar kiriye.
08.09.2023, Cum - 06:04
Heval Ebûbekir: Kabîneya Nehem kabîneya herî şefaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye
Nuçe Belav bike

Heval Ebûbekir ji medyayeke Kurdistanê re ragihand, tiştê ku Iraq li hember Herêma Kurdistanê dike, bernameyek ji bo rawestandina pêşketinên bajarên Herêma Kurdistanê ye, da ku bajarên xwe bigihînin me, an jî ji bo ku bajarên me jî weke bajarên Iraqê wêran bibe.

Parêzgarê Silêmaniyê destnîşan kir ku xelk niha pêşketinên Herêma Kurdistanê weke pêwîst li ber çavan nagirin, lê belê dê di siberojê de bizanin çi li Kurdistanê hatiye kirin.

Heval Ebûbekir li ser rewşa xizmetguzariya li bajarên başûrê Iraqê got, gelo çi projeyeke stratejîk hatiye kirin ku cihê behskirinê be, heta paşmahiyên nexweşxaneyan bi boriyekê diçe nav ava Dîcleyê, ew çem kirine çirav.

Herwiha pirsyar ji wan kesayetî û parlamenteran dike ku pêştir daxwaz dikirin, Herêma Kurdistanê jî weke Iraqê bibe û dibpirse, "Ku derê Herêma Kurdistanê wek Iraqê bibe?".

Li ser karên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Heval Ebûbekir ragihand, vê kabîneyê gelek baştir kar kiriye û pir şefaf bûye ji hemû kabîneyên berê, lê belê xelk tenê wê yekê dibînin ku niha di hikmê de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:54:18