Hevdîtinên Serokwezîr Barzanî yên li Davosê didomin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên li Davosê de ligel Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî civiya.
23.05.2022, Pts - 10:09
Hevdîtinên Serokwezîr Barzanî yên li Davosê didomin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên li Davosê de ligel Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên li ser koç û koçberiyê jî hatine nirxandin.

Li Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê ya ku îro dest pê kir, hevdîtinên rayedarên cîhanê didomin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di çarçoveya hevdîtinên Davosê de hevdîtinên xwe didomîne. Serokwezîr Barzanî, îro ligel Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de li ser kar, çalakî û hevkariyên Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, guftûgo hatine kirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de tekezî li ser pêşvebirina hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî hatiye kirin da ku alîkariya koçberan û bi taybetî jî alîkariya koçberên ku xwedî pêwîstiyên taybet bin, were kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 490 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:58