Hevpeymaniya Navdewleti çek û pêdiviyên leşkerî pêşkêşî Firqeya 1 û 2 ya Pêşmerge kir

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ji aliyê hêzên hevpeyman ve çek û alavên leşkerî yên nû hatine dabînkirin û li ser firqeyên 1 û 2 yên Pêşmerge hatine belavkirin.
18.08.2023, Cum - 12:28
Hevpeymaniya Navdewleti çek û pêdiviyên leşkerî pêşkêşî Firqeya 1 û 2 ya Pêşmerge kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya alîkariyên lojîstîk ên hevpeymanan bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, îro 17.08.2023ê di merasîmeke taybet de li Rêveberiya Giştî ya Leşkerî bi amadebûna kolber Ferman Zrarî. Beşek ji alîkariyên hevpeymanan radestî hêzên 1 û 2 yên Wezareta Pêşmerge hatin kirin.

Pîgirê serfermandariya Pêşmerge berdewamiya alîkariyên hêzên hevpeyman bo hêzên pêşmerge bilind nirxand û amaje bi wê yekê jî kir ku, hêzên hevpeyman ji destpêka damezrandina DAIŞê ve heta niha alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine, ji ber wê jî ev alîkarî roleke giring di têkşikandina DAIŞê û grûpên terorîstî de hebû û asta hevkarî û hemahengiya hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge bê zêdekirin û derbasî qonaxeke baştir bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:49