Hevpeymaniya Navdewletî: Di piştevanî û hevkariya hêzên Pêşmerge de berdewam dibin

Wezîrê Pêşmerge û Serokê Tîma Şêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê li Iraq û Herêma Kurdistanê civiyan
28.06.2022, Sal - 06:24
Hevpeymaniya Navdewletî: Di piştevanî û hevkariya hêzên Pêşmerge de berdewam dibin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge û Serokê Tîma Şêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê li Iraq li Iraqê di civînekê de behsa dawî tevgera terorîstên DAIŞê û rûbirûbûn û têkdana wan li seraserê herêmê kirin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Serokê Tîma Şêwirmendên Bilind a Hevpeymaniyê li Iraq û Herêma Kurdistanê General Dosîc û Berpirsê Desteya Şêwirmendên Hevpeymaniyê li Hewlêrê Kolonel Pols, guftûgo derbarê dawî hewlên Wezareta Pêşmerge di proseya yekxistin û rêkxistina hêzên xwe û proseya çaksaziyê de kirin.

Wezareta Pêşmerge ragihand, pirsa dawî tevgerên terorîstên DAIŞê û rûbirûbûn û têkdana wan li seraserê herêmê bi hevahengiya ligel artêşa Iraqê bi riya encamdana operasyonên hevbeş hatin guftûgkirin.

Wezîrê Pêşmerge ji bilî ku spasiya hêzên Hevpeymanan kir ku her dem piştevaniya Wezareta Pêşmerge kirine, ragihand ku proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge berdewam e û wan kariye guhartinên mezin di warên serbazî û îdarî de bikin.

Ji aliyê xwe ve, General Dosîc xweşhaliya xwe ji bo proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmege de nîşan da û got ku ew hêvîdar in Wezareta Pêşmerge di proseya çaksaziyê de berdewam be û piştevaniya xwe ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:21