Hevpeymaniya Navdewletî: Ji bo jinavbirina DAIŞê, Pêşmerge roleke girîng dilîze

Hevpeymaniya Navdewletî pesnê Hêzên Pêşmerge dide û radigihîne ku Wezareta Pêşmerge roleke girîng di serkeftina wan de di têkbirina DAIŞê de dilîze.
15.04.2023, Cts - 07:41
Hevpeymaniya Navdewletî: Ji bo jinavbirina DAIŞê, Pêşmerge roleke girîng dilîze
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di twîtekê de ragihand: “Pêşmerge di rahên xwe de ji bo parastin û bihêzkirina şiyanên xwe berdewam in, ev jî bi temamî wan amade dike ji encamdana erkê girîng yê parastina asayîş û seqamgîriya Iraqê.”

Herwiha destnîşan kiriye ku Wezareta Pêşmerge di serkeftinên hevbeş de di rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê de, roleke girîng dilîze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:14