Hevpeymaniya Navdewletî li ser yeknekirina Hêzên Pêşmerge hişyarî da

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihand eger proseya rêxistin û yekkirina Hêzên Pêşmerge nebin serî, dê alîkariya ji bo Wezareta Pêşmerge qut bikin.
20.08.2023, Paz - 17:22
Hevpeymaniya Navdewletî li ser yeknekirina Hêzên Pêşmerge hişyarî da
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên li Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane ragihand ku Wezareta Pêşmerge çend xalên reşnivîsa lihevkirinê cîbicî kirine û got:

“Nebûna wezîrekî di Wezareta Pêşmerge de, wezaret di warê sazî û dezgehî de lawaz kiriye û proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge jî rawestandiye.”

Matthew McFarlane bi bîr xist ku piştî nirxandineke di tîrmehê de, wan daxuyaniyek weşandibû û di wê daxuyaniya xwe de, bêhêvîbûna xwe derbarê pêkanîna hin armancên reşnivîsa lihevkirinê de anîbûn ziman.

McFarlane got, “Em hikûmeta Herêma Kurdistanê han didin ku wezîrekî ji Wezareta Pêşmerge re destnîşan bike daku îrade û niyeta xwe ya baş nîşan bide.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê ev hişyarî jî da:

“Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê reform û sozên xwe yên di çarçoveya rêkeftina lihevkirinê de cîbicî neke, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dê alîkariyên leşkerî û ewlehiyê berdewam neke.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:03