Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya pêkanîna hêza hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê dike

“Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriyê li berdewamiya yekbûna serbazî û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên hevbeş ên artêşa Iraqê de dike.”
24.06.2022, Cum - 06:32
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya pêkanîna hêza hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê dike
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriyê li berdewamiya yekbûna serbazî û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên hevbeş ên artêşa Iraqê de dike.”

Herwiha destnîşan kir: “Em pabend in bi mayîna bihêz û pêkve û serkirdetîkirina şerê li dijî DAIŞê û pêşvebirina asayîş û seqamgîriya li Iraqê.”

Îro şanda Wezareta Pêşmerge ku bi serdaneke fermî li Bexdayê ye, hejmarek hevdîtin û civîn ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezîrê Berevanî yê Iraqê, Serokerkanê Wezareta Berevaniyê encam dan û gotûbêj li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:51