Hevserokên şaredariyan Diyarbekir, Wan û Mêrdînê hatin dûrxistin

Hikûmeta Tirkiyê bi tometa piştevanîkirina li terorê, hevserokên şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin.
19.08.2019, Pts - 05:55
Hevserokên şaredariyan Diyarbekir, Wan û Mêrdînê hatin dûrxistin
Nuçe Belav bike

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê û hebûna çend dosyên lêpirsînê, her yek ji Hevşerdarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.

Peyamnêrê me got jî, li derdora avahiya Şaredariyê berbendên polîs û hêzên ewlehiyê hatine danîn û hejmareke mezin ji polîsan li hundir û derdora şaredariyê hatine bicihkirin.

Hevserokê Şaredariya Diyarbekirê Adnan Mizraqlî dûrxistina hevserokên şaredariyan bi derbeyê û binpêkirina îradeya xelkê binav kir.

Mizraklî amaje da zanîn jî, îşev nêzîkî 100 kesî li Diyarbekirê hatine binçavkirin.

Hevşerdarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê got jî, di dema dawiyê axaftin li çareserkirina pirsgirêka Kurd tê kirin, ev gava hikûmeta Tirkiyê jî bersiva banga diyalogê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 893 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:13