Hewlêr: Cenazeyê Eyûbê ku 13 roj in winda ye hat dîtin

Rêveberê Polîsê Hewlêrê ragihand, cenazeyê Eyûb ê ku beriya du hefteyan winda bibû, li Hewlêrê hatiye dîtin,li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
05.02.2023, Paz - 18:55
Hewlêr: Cenazeyê Eyûbê ku 13 roj in winda ye hat dîtin
Nuçe Belav bike

Polîsê Hewlêrê îro Yekşemê piştî nîvro bi dîtina cenazeyekî li nêzîkî Kesnazan a Hewlêrê hatine agahdarkirin. Rêveberê Giştî yê Polîsê Hewlêrê Dilêr Nejar ji Rûdawê re ragihand, ew cenazeyê hatiye dîtin ê Eyûb e.

Dilêr Nejar li ser sedem û çawaniya kuştina Eyûb got, “Heta niha nayê zanîn ka xeniqiye yan hatiye xeniqandin, cenazeyê wî dê bo pizîşkiya dadwerî ya Hewlêrê bê veguhestin û ew dê biryarê bidin.”

Bavê Eyûb, Ehmed Saadullah bi çavên tijî hêsir ji Rûdawê re got, “Ez bawer im cenazeyê kurê min Eyûb e. Pişta min şikest. Kes nizane çawa gihîştiye vir. Ew zarokê min bû.”

Eyûb Ehmed di 24ê meha borî de ji mal derket û venegeriya, cenazeyê wî îro Yekşemê piştî lêgerîna 13 rojan hat dîtin.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji pêşiya pizîşkiya dadwerî ya bajêr ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji destpêkê ve li ser xetê bû û daxwaz kir ku çi pêwîst be ji bo wan bê kirin û got, ti sedemek li pişt bûyerê tune ye û “qeza û qeder bûye”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:28:58