Hewler û Bexda li ser budce û petrolê rêkeftin

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêmê û Bexdayê derbarê pirsên petrolê, qerzan û budceyê rêkeftine.
05.12.2019, Per - 07:57
Hewler û Bexda li ser budce û petrolê rêkeftin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab di konferanseke rojnamevanî de ligel şanda Herêmê bo Bexdayê, ragihand, wan karî rêkeftinê li ser petrolê bikin û rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya SOMO dikin. (Kompanyaya SOMO berpirsa firotana petrola Iraqê ye).

Amaje bi wê da, wan karîne bi Hikûmeta Iraqê re derbarê qerzan de bihgihin hevtêgihîştinekê.

Diyar kir jî, heger rêkeftin li Bexdayê bê bicihkirin, pirsgirêka mûçeyan namîne. Hikûmeta Herêmê jî derbarê dana mûçeyên fermanberan de berpirsyar e.

Wezîrê Darayî da zanîn: “Pêştir, biyara birîna budceya Herêma Kurdistanê siyasî bû û ji bo budceya sala 2020ê, niha top li meydana Parlemana Iraqê ye, em wek şanda danûstandkar ya hikûmetê, me karê xwe temam kiriye û erkê parlemanterên Kurd li Bexdayê ye di dema guftûgokirina li ser budceyê, berevaniyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin û biçespînin.”

Awat Şêx Cenab diyar kir, danûstandinên vê carê yên bi Bexdayê re serkeftî bûn û di rêkeftinê de berjewendiyên her du aliyan li ber çav hatin girtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di dema bûrî de çendîn civîn û danûstandin derbarê pirsa budce, petrol û qerzan de kiribûn, ji bo di budceya sala 2020an yê Iraqê de, pirsgirêka pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê û petrola ku divê Herêma Kurdistanê radestî Iraqê bike, bê çareserkirin. Herwiha bi guftûgo û danûstandinê jî pirsgirêkên mane, bêne çareserkirin.

Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Nûrî Malîkî ji meha Sibata 2014an ve bi biryareke siyasî, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê û mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birîbû.

Herwiha ji çend salan ve jî, budce û mûçeyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nedida, di demekê de ku di çend salên bûrî de şerekî dijwar li dijî çekdarên DAIŞê kiribû û bi hezaran şehîd dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 842 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:13