Hewlêr û Bexda gihiştine rêkeftina pêşwext!

Şandekî bilind ê hikûmeta Iraqê li Hewlêrê li gel tîmeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka firokexane, deriyên sînor, bendav û çend pirseke din, di civînê de ne. Li gorî zanyariyên Rûdawê, derbare vekirina firokexane û deriyên sînor, herdu alî gihiştine rêkeftineke despêkî.
15.01.2018, Pts - 11:02
Hewlêr û Bexda gihiştine rêkeftina pêşwext!
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê 15-01-2018, şandeke hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq de, ji bo gotûbêjkirina pirsgirêka firokexane, deriyên sînor, bendavan û hin pirsên din, hatine Hewlêrê.

Şanda Iraqê li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, li gel Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî û Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemûrad û berpirsên din ên Kurdistanê re dest bi civînê kirin.

Serokê şanda Iraqê Mehdî Elaq ji Rûdawê re ragihand: “Ti pirsgirêkeke me ji bo vekirina geştên navdewletî ya li firokexaneyên Kurdistanê nîne.”

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman derbarê civînê de ragihand: “Li gorî agahiyan aliyan li hev kirine da ku rêvebirina firokexane û deriyên sînor bi hevbeşî be. Encamnameya civînê jî îro dê pêşkeşî Heyder Ebadî bikin. Di encamnameyê de hatiye nivîsandin, ji bo vekirina firokexaneyên Kurdistanê ti pirsgirêkek di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemaye. Lê heta niha bi fermî ti belgenameyek nehatiye morkirin û civîn jî berdewam dike.”

Hatina şanda Iraqê di demekê de ye, ku roja Şemiyê 13-01-2018, şandekî Herêma Kurdistanê bi serokatiya Kerîm Şingalê li Bexdayê li gel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Erecî civînek pêk anîbû.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:42