Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke bazirganî îmze kirin

Lîjneya Aboriyê yên Wezareta Bazirganiya Iraqê û Lîjneya Wezareta Bazirganiya Herêma Kurdistanê li rêkeftineke bazirganî îmze kirin.
17.05.2019, Cum - 06:47
 Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke bazirganî îmze kirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Edhem jki BasNewsê ra aşkere kir şandeka Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye û ligel Bexdayê rêkeftine bazirganî îmze kirine.Herwiha Newzad Edhem da zanîn ku rêkeftina wan li ser mohleta hinarde û hawirdeyê bûye û Bexdayê û Hewlêrê asankarî bo bazirganan kirine bi vê rêkeftinê.

Herwiha Newzad Edhem amaje bi wê yekê jî kiriye ku her bazirganek êdî ji ofîsa xwe ya kar dikare mohletê werbigire û di wî warî da wan asankarî bo hinarde û hawirdeyê kiriye.

Edhem da zanîn ku wê Sindoqa Alîkariya Niştimanî şaxekê li Hewlêrê jî veke û wê ew sindo alîkariyê bidin wan kesên berhemên nawxe hawirdeyî derve dikin û wê endamekî Herêma Kurdistanê jî di wê sindoqê da cî bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 895 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:39:06