Heyeteke PAK'ê li Hewlêrê çû serdana ENKS

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê Giştî û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Orhan Kaya îro, li Paytext Hewlêrê seredana Encumena Niştimanî ya Kurd Li Sûrî (ENKS) kir.
19.09.2022, Pts - 14:02
Heyeteke PAK'ê li Hewlêrê  çû serdana ENKS
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê Giştî û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Orhan Kaya roja 19.09.2022yê, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê seredana Encumena Niştimanî ya Kurd Li Sûrî (ENKS) kir.

Her wiha Berpirsê ENKSyê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî û rêvebirên ENKSyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya rêvebirên ENKSyê kir.

Dr. Kawa Ezîzî û rêvebirên ENKSyê jî ji ber vê seredanê spasîyên xwe anîn ziman û bi awayekî germ û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Herdu heyetan di derbarê xebatên xwe da hevdu agahdar kirin û di derbarê rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê, Sûrîyeyê û rûdanên cîhanê û navçeyê da bîr û rayên xwe anîn ziman.

Di dawîya vê hevdîtinê da herdu alîyan jî tekezî li ser girîngî, domandin û xurt kirina dostanî û pêwendîyên herdu alîyan kirin.

Hevdîtina heyetên PAK û ENKSyê di atmosfereke germ, dostane û berhemdar da derbas bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 662 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:05:28