Hêzeke Amerîkî li bajarê Serê Kaniyê bicih bû

Hêzeke Amerîkî li bajarê Serê Kaniyê li ser sînorê Tirkiyê bicih bûn
31.03.2018, Cts - 07:41
Hêzeke Amerîkî li bajarê Serê Kaniyê bicih bû
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya herêmî, hêzên amerîkî bo du rojan li taxên bajarê Serê Kaniyê yên li ser sînorê Tirkiyeyê geriyane.

Ji aliyê din ve, nehatiye zanîn bê leşkerên amerîkî dê bi awayekî mayinde li wir bin an jî dê demkî be.

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran jendermeyên Tirkiyeyê gule berdane welatiyên wî bajarî ku herî dawî berî deh rojan kesek bi guleya jendermeyên tirk hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:54