Hêzeke artêşa Iraqê bi ser gundekî Kerkûkê de girt

Şeva borî hêzeke Firqeya 8 a artêşa Iraqê êrişî ser gundê Pelkane yê Kerkûkê kirin û alavên avdanê yên cotkaran şikandin û axayê gund girtin.
21.06.2023, Çar - 06:38
Hêzeke artêşa Iraqê bi ser gundekî Kerkûkê de girt
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji Pelkanê ji ajansa K24ê re ragihand, şeva borî hêzeke artêşa Iraqê êrişî gundê Pelkanê yê ser bi navçeya Sergeranê kirin û axayê gund girtin û alavên avdanê yên cotkarên gund jî şikandin.

Di dema serdegirtinê de peyamnêrê K24ê pêwendî bi axayê gund, Deştî Axa re kir û ev nûçe piştrast kir.

Axayê gundê Pelkanê sedema girtinê bo wê yekê vedigerîne ku wî dê dest bi çandina gars bikira, lê hêzên Iraqî rê nadin ew karên xwe yên cotkariyê bikin.

Gundiyên Palkanê banga alîkariyê dikin û dibêjin, “Her kesê ku karê çandiniyê bike, ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkerî yên Iraqê ve tê girtin.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, erebên hawerde bi piştevaniya hin hêzên Iraqî, gefan li welatiyên kurd ên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dixwin û zevî û malên wan dagîr dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:54