Hêzên Hevpayman: Em piştevaniya Pêşmerge dê berdewam bikin

Serfermandarê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel tîma şêwirmendên Hêzên Hevpeyman li Herêma Kurdistanê civiya.
15.12.2022, Per - 05:36
Hêzên Hevpayman: Em piştevaniya Pêşmerge dê berdewam bikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Îro Serfermandarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr pêşwazî li şandeyekî leşkerî ya Hêzên Hevpeyman li Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya berpirsê tîma leşkerî yê Hêzên Hevpeyman li Herêma Kurdistanê Kolonel Sorya û şandeyekî li gel kir.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Di hevdîtinê de Cîgirê Serfermandar ê operasyonan Lîwa Rukin Necmedîn Umer û Cîgirê Serfermandar ê îdarê Lîwa Rukin Hoşmend Heyder Reşîd, Rêveberê Wezaretê Lîwa Rukin Karzan Şeqlaweyî amadebûn û gotûbêj derbarê pêkanîna 3 lijneyan de hate kirin bo serdanî kirin û keşif kirina cîhên binkeyan û destnîşan kirina kêmasiyan û amade kirina lîsteyekî bo dabîn kirina pêdiviyên îdarî yên binkeyên firqeyan di demekî hatî diyarkirî de. Serfermandar jî amaje bi giringiya hebûna wan yekîneyan kir di nav hêzên Pêşmerge de, bi armanca zêdetir kontrol kirin û rêveberî kirina hêzên Pêşmerge de û ragehand: Bi hewkariya dostên me yên li hevpeymanên navnetewî ve bi awayekî lez pêngav hatine avêtin û naha jî qonaxên dawî yên vê proseyê de ne, ku herî dawî jî sûda wê dê bo Pêşmerge hebe.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Berpirsê tîma şêwirmend a Hêzên Hevpeyman li Herêma Kurdistanê keyfxweşiya xwe ya ji bo tevdîrên Wezareta Pêşmerge nîşan daye, bi taybet berpirsê ava kirina yekîneyan û got jî ava kirina firqe û yekîneyan di dema naha de cîhê keyfxwaşiya hemûyane û bi pêngavekî giring û pêwîst dizanin bo paşeroja hêzên Pêşmerge û heman demê de teqez kir ku rola wan jî dê berdewam be ji bo piştevanî kirina Hêzên Pêşmerge ya ji aliyê lojîstîkî û şêwirmendî ve.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:08