Hêzên Iraqê û Hevpeymaniyê li Mexmûrê dest bi operasyonekê kirin

Fermandarê hêzên xwebexş li Çiyayê Qereçoxê ragihand ku do 14ê Hezîranê Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê operasyoneke leşkerî li sînorê zincîre çiyayê Qereçoxê li dijî çekdarên DAIŞê destpê kirine.
15.06.2022, Çar - 06:03
Hêzên Iraqê û Hevpeymaniyê li Mexmûrê dest bi operasyonekê kirin
Nuçe Belav bike

Fermandarê hêzên xwebexş li sînorê Çiyayê Qereçoxê yê navçeya Mexmûrê Xazî Feysel ji Rûdawê re ragihand, yekîneyeke taybet a dije-terorê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî operasyoneke leşkerî li dijî paşmahiyên çekdarên DAIŞê li navçeyên beramberî gundê Elî Reş da destpêkirin.

Çiyayê Qereçox li navçeya Mexmûrê, li başûrrojavayê Hewlêrê û başûrê rojhilatê Mûsilê ye.

Xazî Feysel ku hêzên wî ji bo parastina gundên sînor hatiye avakirin dibêje “Hevbendî bi çavdêriya asmanî û firokeyên şerker û şervanên me yên xwebexş wek xwenîşanderên hêzên dije-teror di operasyonê de beşdar dibe, ku çend deverên dijwar li zincîre çiyayê Qereçoxê ku tê gumankirin çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişêrin, vedihewîne.

Herwiha Xazî Feysel got “Hêzên Hevpeymaniyê bi frokeyê çavdêriyê û şer ve ji esman ve çekdarên me yên xwebexş jî wek xwenîşanderên hêzên dije-terorê di operasyonê de beşdar dibin, ku çend deverên dijwar ji zincîre çiyayê Qereçoxê, ku çekdarên DAIŞê tê de tê gumankirin ku xwe tê de vedişêrin, li xwe digire.”

Ji dema kontrolkirina Mûsilê di sala 2017an ve, Çiyayê Qereçoxê bûye cihê veşartina paşmahiyên çekdarên DAIŞ

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 705 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:32