Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi operasyoneke berfireh kirinpeşm
Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li sînorê Germiyan û Xaneqînê, dest bi operasyoneke berfireh a ji çend aliyan ve li dijî çekdarên DAIŞê kirin.
27.05.2023, Cts - 07:08
Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li sînorê Germiyan û Xaneqînê, dest bi operasyoneke berfireh a ji çend aliyan ve li dijî çekdarên DAIŞê kirin.
Ajansa Kurdistan24ê Herêm Caf li nêzîkî yek ji sengeran ragihand, îro şemiyê 27ê Gulana 2023an danê sibê operasyoneke berfireh li mîhwera Germesêr, Xaneqîn û Xurmatûyê li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kir.
Herwiha eşkere kir: “Her yek ji lîwayên 3 û 5 û 17 yên ser bi Wezareta Pêşmerge û çend lîwayên artêşa Iraqê di operasyonê de beşdar in.”
K24
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:16:13