Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê plana operasyonên hevbeş datînin

Şandeke pilebilind a artêşa Iraqê serdana bajarê Silêmaniyê kir û bi amadebûna hejmarek şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî, bi fermandarên hêzên Pêşmerge re civiyan.
17.05.2023, Çar - 07:33
Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê plana operasyonên hevbeş datînin
Nuçe Belav bike

Armanca civînê, gotûbêjkirina avakirina du lîwayên hevbeş li navçeyên cihê nakokiyê û herwiha pêkanîna operasyonên hevbeş bi piştevaniya hêzên asmanî yên Iraqê bû. Li gorî fermandarên leşkerî, eger tevgera DAIŞê neyê jinavbirin, dê di pêşerojê de metirsiyek zêdetir çêbike.

Di civîna fermandarên Pêşmerge, fermandarên artêşa Iraqê de û hejmarek şêwirmend û berpirsên pilebilind ên Hevpeymaniya Navdewletî amade bûn.

Derbarê civîn û liv û tevgerên DAIŞê de, Berpirsê Hêzên 70 ê Pêşmerge Mistefa Çawreş ji K24ê re got: “Hêvîdar im encamên baş civîna me derkevin û hemahengî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bê pêşxistin.”

Fermandarên Diyala, Kerkûk û Dozxurmatû yên artêşa Iraqê, amadebûna xwe ji bo hemahengiya li gel Pêşmerge nîşan dan û soza piştevaniya asmanî bo her operasyoneke hevbeş dan.

Fermandarê Hêza Heştem a Artêşa Iraqê Salih Hizir Nasir ji K24ê re ragihand: “Bi piştevaniya hêzên asmanî yên Iraqê, niha operasyoneke berfireh û mezin dest pê dike û civîna îro jî ji bo vê armancê bû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:28