Hêzên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê bi sê hevpeymanan beşdarî hilbijartinan dibin

Dema pêşkêşkirina hevpeymanan ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Iraqê bidawî bûye, ji bo hilbijartinên Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê jî sê hevpeymaniyên Kurdistanî hatin avakirin.
08.08.2023, Sal - 08:24
Hêzên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê bi sê hevpeymanan beşdarî hilbijartinan dibin
Nuçe Belav bike

Her partiyeke siyasî li Kerkûkê piraniya dengan bi dest bixe, dê rêveberiya bajêr bigire dest, ji ber vê yekê jî her hêzekê hevbendiyeke cuda pêk aniye û çavê wê li kursiyên encûmenê ye. Komela Îslamî ya Iraqê di nav hevpeymaniya PDKê de namzedên wê hene û çavê wê li kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye.

Berpirsê Malbenda Giştî ya Komela Îslamî ya Iraqê li Kerkûkê Xalid Mewlûd ji ajansa K24ê re ragihand: “Em hêvîdar in ku hevpeymaniya me piraniya dengan bidest bixe. ji bo ku bikarin bi hevpeymaniyên din re rêveberiya bajêr bigirin destê xwe û xizmeta bajarê Kerkûkê bikin.”

Hêzên siyasî yên Kurdistanê di çarçoveya sê hevpeymanan de beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan dibin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Tevgera Îslamî, Komela Îslamî ya Iraqê, Partiya Gelê Tirkmen û Tevgera Demokrat a Kurdistanê re hevpeymanî ava kiriye.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê hevpeymaniyek pêk anîne. Herwiha Yekîtiya Dadwerî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YNK) jî ji bo beşdarbûna hilbijartinên Kerkûkê hevpeymaniyek ragihandin.

Biryar e roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin.

Di hilbijartinên 15 encûmenên parêzgehan de ku Kerkûk jî di nav de ye, mafê dengdanê ya 23 milyon û 367 hezar û 81 kesan heye. Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê jî amadekariya vekirina 7 hezar û 8 navendên dengdanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:28:47