Hikûmeta Iraqê bersivda ajansa Ewlekarî!

Hikûmeta Iraqê jiber gotinên Civata Bilind a Ewlehî ya Herêma Kurdistanê di daxuyanyekê ku hin peyam ji aliyê Iraqê ve digehin ku artêşa Iraqê ji polîsên federal û Haşdî Şabî xwe berhev dikin ji bo ku êrişî ser Herêma Kurdistanê biken di her dû eniyên bakûrê Mûsil û Kerkukê, daxûyanî da.
12.10.2017, Per - 06:31
Hikûmeta Iraqê bersivda ajansa Ewlekarî!
Nuçe Belav bike

Li ser hişyariya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ku ragihand, hêzên Iraqî amadekarî dikin ji bo êrişkirina ser Kurdistanê, Seid Hedîsî di bultena nûçeyan de bersiv da pirsên Rûdawê û diyar kir: “Em hemû xelkê diparêzin li gel Kurdên li Herêma Kurdistanê û herwiha rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê û asayişa wê, çimku dewleteke li derveyî Iraqê nîne.”

Hedîsî herwiha aşkere kir: “Di pratîkê de ti pêngaveke bi vê cûreyê tine ye. Ev hebû ku hêzên Iraqê çend deverên li rojavayê Kerkûkê rizgar kirin li Hewîce, Riyaz, Ebasî, Reşad û Zab ku di bin destê DAIŞê de bûn û @ê wan deveran jî ji rûbera Kerkûkê pêk tên.”

Berdevkê Hikûmeta Iraqê dibêje ku pêwîst e ew dever di bin kontrola hêzên Iraqê de bin, da ku asayişa wan deveran werin parastin û aware vegerin û garantî bikin ku dê terorîst venegerin wê deverê û got: “Ev bi heman şêweyê li Neynewa jî rûda. Ew hêzên ku ji bo kontrolkirina wan deveran hatin, nikarin wan deran rizgar bikin û piştre terk bikin, da ku terorîst venegerin. Em dixwazin asayişa wan deveran aram bikin.”

Hedîsî ragihand ku hikumeta Iraqê niha planek li berdest heye navçeyên rojava Iraqê weku bajarê Qaem li ser sinûrê Sûriye û hin navçeyên din li nêzîkî sinorê welatê Urdinê rizgar bike.

Berdevkê hikumeta Iraqê carek din tekez liser helwesta hikumeta Bexdayê kir ku sebaret destpêkirina gotubêjan ligel Herêma Kurdistanê û got: "Bexda amadeye bo destpêkirina danustana ligel herêmê li gorî mercên Serokwezîr Heyder Ebadî diyarkiriye ku ji hemûyan girîngrtir jî reşvekirina encamên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:54:29