Hikûmeta Kurdistan: Em sinorên xwe radest nakin

Hikûmeta Herêma Kurdistan ragihand ku, tu deriyên sinorên xaka xwe em radestî Rêveberiya Bexdayê nakin.
29.09.2017, Cum - 12:50
Hikûmeta Kurdistan: Em sinorên xwe radest nakin
Nuçe Belav bike

Desteya Deriyên Sînor ên ıraqê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku roja Şemiyê 30-09-2017, dê deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bixin bin kontrola xwe.

Di daxuyaniya Desteya Deriyên Sînor ê Iraqê de hatiye gotin: “Roja Şemiyê 30-09-2017, ji bo wergirtina deriyên sînor dê 3 karwanên leşkerî herin Herêma Kurdistanê.”

Li hember vê daxuyaniyê hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir, ku bi ti awayî deriyên sînor radestê hikûmeta Iraqê bike.

Çavkaniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Em ti deriyeke sînor nadene destê hikûmeta Iraqê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:31