Hikûmet: Divê piraniya derfetên kar di projeyan de ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bin

Li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, divê sedî 75 ji derfetên kar di sektora giştî û taybet de ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê be.
06.10.2022, Per - 08:52
Hikûmet: Divê piraniya derfetên kar di projeyan de ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bin
Nuçe Belav bike

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ji K24ê re ragihand: “ sedî 75 ji derfetên kar di her proje û pîşeyekê de li Herêmê divê ji bo welatiyên Kurdistanê be û nabe karkirina karkerên biyanî di her proje û pîşeyeke bazara sektora taybet de ji sedî 25ê kesên ku di projeyê de dixebitin derbas bike.”

Amaje bi wê jî kir, “Ciwanên bêkar ên Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina derfetên kar li Herêmê, li pêş biyaniyan in. Hêvîdar im ev biryar wek xwe were cîbicîkirin.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 20î Îlona 2022ê biryar da, nabe xwediyên kar bêyî erêkirina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, di kar û projeyên xwe yên di sektora giştî û taybet de, kesên biyanî bi kar bînin.

Di biryarê de ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatiye îmzekirin, hatiye gotin, divê xwediyên kar di pîşe û projeyên bazar û sektora taybet û projeyên hevbeş ên di navbera sektorên giştî û yên taybet de, giringiyê bidin welatiyên Herêma Kurdistanê, da ku derfetên kar li Herêma Kurdistanê dabîn bikin, bi awayekî ku herî kêm sedî 75 kar û projeyan ji welatiyên Herêma Kurdistanê bin û ji sedî25 derbas nebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:54