Hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina golên demsalî ji bo gundiyan radigihîne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna bandorên guherîna keşûhewayê û çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, projeya avakirina golên komkirina avê yên demsalî ragihand. Dibêje jî, pêwîstiya zêdetir ji 800 gundên Herêmê bi çavkaniyên avê heye.
25.05.2023, Per - 11:27
Hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina golên demsalî ji bo gundiyan radigihîne
Nuçe Belav bike

Rêveberê Çavkaniyên Avê yê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Karwan Sebah Hewramî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, guhertina keşûhewayê bandoreke neyînî li ser hemû herêmên cîhanê kiriye, Rojhilata Navîn jî ku herêmeke hişk e û nîv-hişk e, her ku diçe hişktir û germtir dibe.

Karwan Sebah Hewramî got, Herêma Kurdistanê ku di bin bandora guherîna keşûhewayê de ye, wan lêkolînek ji bo nirxandina bandora guherîna keşûhewayê li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Got jî: “Mixabin, bandor pir û pir mezin in û tiştê ku me hîs kiriye ew e ku pêdivî ye ku em plan bikin û hin tedbîrên lezgîn bigirin, da ku rûbirûyî bi wan bandoran bibin.”

Got jî: “Sala borî, sala herî hişk û kêm av bû di dîroka vê navçe, Iraq û Herêma Kurdistanê de, li gorî rûpîvanên ku me par pêk anîbû, zêdetir ji 800 gundan Kurdistanê pêwîstiya wan bi planeke bilez heye, ji bo dabînkirina çavkaniyên avê.”

Diyar kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala borî tevî rewşa aborî ya xirap, razemendî li ser dirustkirina 41 golan da. Li gorî Karwan Sebah Hewramî, di dîroka Herêma Kurdistanê de yekem car e ku biryara çêkirina hijmareke bi vî rengî ya golan tê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:41:44