Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya cejna Remezanê ragihand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi boneya cejna Remezanê, ji 20ê Nîsanê û heta 24ê Nîsana 2023an, li hemû saziyên hikûmetê betlane ye.
18.04.2023, Sal - 11:53
Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya cejna Remezanê ragihand
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medaya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 18ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, Bi boneya cejna Remezanê ya pîroz, ji roja pêncşemê 20ê Nîsanê û heta roja duşemê 24ê Nîsana 2023an, li hemû saziyên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

Fermangeha Medaya û Zanyariyan diyar kir jî, Roja sêşemê 25ê Nîsana 2023an, dewama fermî ji nû ve dest pê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:56